Paşvedayina deynê xwandinê

Ew kesên ku bo xwandina xwe ya li xwandegehê ji CSN’ê deyn wergirtine, gava xwendina xwe didin rawestandin yan dawîhanîn, hingê dest pê dikin deynê bo xwandinê (studiemedel) didin. Heger tu bêkar jî bî, pereyê dêbavtiyê werbigirî jî yan te bar kiribe derveyî welêt jî, dîsan divê tu deynê xwe bidî. Li vir agehiyên derbareyê ku tu yê çawa vî deynê xwe bidî û heger gava li warê dayina vî deynî dijwariyên te hebin tu wê çawa bikî, hene.

Kengî destpê dikî deynê xwe didî?

Heger cara yekê be ku tu deyn bo xwandinê werdigirî, herî zû şeş meh piştî, ku te pereyê piştgiriya xwandinê (studiestöd) wergirtiye, dest pê dikî, deynê xwe didî.

Gava dema paşvedayina deynî hat, hingê ji CSN’ê bo te nameyek tê, ku têde inbetalningskort (karta pere razandinê) heye. Ev li sersalê bo te tê.

Ma te berê deynê bo xwandinê wergirtiye û dest bi paşvedana deynî kiriye? Hinga gava deynê bo xwandinê êdî bo te nayê, yekser dest pê dikî deynê xwe didî.

Ma ez ê çiqas pere paşve bidim? 

Li bersiva te ya salane ku li sersalê tê ber destê te, li wir diyar dike, ku tu yê çi qas pere paşve bidî û pileya faîzê jî her wisa li wir diyar dike.

Her sal tu yê çi qas pere paşve bidî (tibaba salane) girêdayî van mercan e:

  • Te çiqas deyn wergirtiye
  • Bilindiya pileya faîzê çiqas e
  • Li gor hejimara hesaba diyarkirina tibaba paşvedayinê her sal herî zêde %2
  • Tu wê li nav çiqas zemanî deynê xwe bidî.

Ma ez ê çawa paşve bidim?

Heger te bivê tu dikarî deynê xwe bi riya autogiro, e-faktura yan jî bi riya inbetalningskort’ê bidî. Heger tu li derveyî welêt dijî, hingê tu dikarî deynê xwe bi riya betalkort’ê (karta bankê) paşve bidî. 

Autogiro – Li banka xwe ya Înternet’ê hevgirêdana xwe bike, hingê pere ji kontoya te bi otomatîkî tê dayin.

E-faktura - Li banka xwe ya Înternet’ê hevgirêdana xwe bike, hingê tu e-faktura’ya xwe yekser li banka xwe ya Înternet’ê dipejirînî.

Inbetalningskort – Riya herî hêsan ev e, ku tu dikarî bi riya riya inbetalningskort’ê ku hemû agehiyên pêdivî li ser hatine nivîsîn, deynê xwe paşve bidî.

Betalkort – Kesên ku li derveyî welêt dijîn, dikarin bi riya betalkort’ê ya Visa yan jî Mastercard’ê ku bi rûpela ’Mina sidor’ ve girêdayî ne, deynê xwe paşve bidin.

Ma ez ê çi qas zeman vî deynî paşve bidim? 

Tu dikarî deynê xwe herî dirêj li nav 25 salan bidî. Deynê te gava tu bûyî 64 salî gerek e hatibe paşve dayin. Li gor temenê te û li gor mazinbûna deynê te, tu dikarî li nav demeke kurttir deynê xwe paşve bidî. Li bersiva te ya salane ku li sersalê tê ber destê te, tu dikarî bixwînî da ku hîna çend wext heye, ku tu deynê xwe yê xwandinê paşve bidî.

Ma ez ê vî deynî salê çand caran bidim?

Biguhere bo peredayina mehane:

Ya normal ew e, ku tu li salê çar caran deynê xwe paşve bidî. (sibat, gulan, tebax û çiriya duwem), lêbelê tu dikarî li rûpela Mina sidor bo pere paşvedayina mehane jî hilbijêrî.

Heger te li warê paşvedayinê dijwarî hebin 

Bo carekê peredayinê paşve bixe:


Bo peredayina mehane hilbijêre:

Bo peredayina kêmtir daxwaz bike:

Tu dikarî bo mehekê peredayinê paşve bixî yan jî li rûpela Mina sidor bo pere paşvedayina mehane hilbijêrî.

Her wisa jî tu dikarî bo demekê peredayina kêm daxwaz bikî. Ji bo vê dibêjin; nedsättning, anku kêmkirin. Dibe ku te mafê nedsättning’ê hebe heger hatina te ya salane kêm be yan jî ji ber sedemên taybet. Sedemên taybet ew e bo nimûne heger tu alîkariya debara xwe ji Sosyalê werbigirî. Heger arezû û daxwaza te ya nedsättning were qebûlkirin, hingê ev tê wê wateyê ku tibaba salane ya te ya li rojên pêş bilindtir dibe.

Lê heger te dîsan jî dijwariyên paşvedayina deynî hebin, me divê tu ji çakiya xwe bo me telefon bikî, da ku em pêkve bo te çareseriyeke herî baş peyda bikin.

Bo demekê peredayineke kêmtir bide

Heger tu pere nedî

Heger tu pereyê deynê xwe paşve nedî, li gor bernameya pere paşvedayinê, ev tişt rûdidin:

  • Em bo te påminnelse’yek (hişyariyek) dişînin û divê tu 450 kron pereyê hişyariyê bidî.
  • Heger tu dîsan pere nedî hingê meheke şûn de em påminnelse’yeke din bo te dişînin û divê tu 450 kronên din bidî.
  • Heger tu hîna jî nedî, hingê em bo te kravbrev’ekê (daxwaza bicîhanînê) dişînin.
  • Heger tu vê daxwaza me bi cih nehênî, hingê em vê pirsê verê dikin bo Kronofogden (hiczê). Hinge li ser navê te betalningsanmärkning’ek (mohr) lêdikeve. Heger tu li derveyî welêt bidjî hingê em pirsa te dişînin bo inkassoföretag (fîrmaya peredaxwazkirinê).

Derbareyê pereyê påminnelse’yê

Paşvedayina bêhtir yan hemû deynê bo xwandinê 

Tu dikarî bêhtir ji deynê xwe yê xwandinê paşve bidî ku tu vî deynê xwe zûtir paşve bidî. Her wisa jî tu dikarî hemû deynê xwe bi carekê paşve bidî. Heger te divê tu deynê xwe bêhtir paşve bidî, hingê pêwendî di gel Kontakta CSN’ê bike.

Återkrav (paşvexwastin) – heger gava te maf tunebuye te deynê bo xwandinê wergirtibe

Heger gava te maf tunebûye te ji CSN’ê pere wergirtibe, divê tu wan pereyan paşve bidî. Hingê bo te återkrav’ek tê. Bo nimûne dibe ku te dawî li xwandina xwe hanîbe yan jî neçûbî bo kursekê.

Heger bo te återkrav hatibe, divê tu vî pereyî yekser paşve bidî. Bo te inbetalningskort’ekê di gel biryara återkrav’ê tê.

Hingê divê tu fa’îzê jî bidî. Her wisa jî em 100 kron bo her återkrav’ê salê digirin.

Heger te dijwarî bo paşvedayina pereyî bo CSN’ê hebin, hin caran em avbetalningsplan’ekê (bernameyeke paşvedayinê) qebûl dikin. Heger te divê bo derfeta avbetalningsplan’ekê di gel me biaxivî, hingê telefonek bo me bike.

Heger tu bo derveyî welêt bar bikî

Heger tı bo derveyî welêt bar bikî, divê tu li gor betalningsplan’ê berdewam bî deynê xwe bidî. Hingê ji bîr neke, agehiyên xwe yên pêwendîkirinê li Min profil li Mina sidor biguherînî. Heger tu wê ji salekê dirêjtir li derveyî welêt bimînî, hingê pêwîst e ku tu vê agehiyê bigehînî bo Skatteverket’ê.

Aghiyên pêwendiyê girîng in

Profîla Min:

Girîng e ku li nik me li Mina Sidor agehiyên te yen rast hebin, da ku em bi riya telefon yan e-postayê bikaribin xwe bigehînin te. Hingê gava te pêwîstî bi gahiyên me hebin, em bikaribin xwe bigehînin te. Li malpera Mina sidor logîn bike û agehiyên pewendiyên xwe yên li wir ji ber çav derbas bike. Heger agehiyên li wir ne rast bin li ser vê malperê bixwîne: Flyttar eller byter adress (på svenska) Bar kirin yan navnîşan guhertin.

Updated: 2022-07-12
Did this page help you?