Kurmancî (nordkurdiska)

Komîsyona Navendî ya Piştgiriya Xwandinê -CSN, daîreyeke fermî ye ku karûbarên piştgiriya xwandinê, ango alîkarî û deynên bo xwandinê bi rê ve dibe. Em di heman demê de deynên bo destûrnameya ajotina otomobîlê û dravdana deynên bo alavên navmalê jî bi rê ve dibin. Li vir hûn dikarin derbareyê piştgiriyên cûda de bêhtir bixwînin. Agahiyên bi kurmancî agahiyên di asta giştî de ne.

Piştgiriya xwandinê – alîkarî û deyn ji bo xwandinê

Tu ne welatiyê Swêdê yî?

Heger tu ne welatiyê Swêdê bî, mafê te heye ku piştgiriyê ji bo xwandinê li Swêdê bistînî heger tu hin şertan bi cih bînî. Heger mafê te yê rûniştinê yê daîmî (PUT) hebe û li Swêdê bijî, bi piranî mafê te jî yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye.

Heger Daîreya koçê (Migrationsverket) ji ber penaberiyê yan sebebekê wek wî mafê rûniştinê yê miweqet dabe te, bi piranî mafê te yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye. Lê ev maf ji bo te tune ye heger tu penaxwaz bî.

Wek din, heger tu welatiyê Swîsrayê bî, yê dewleteka Yekîtiya Ewropayê bî yan yê welatekê derveyî Yekîtiya Ewropayê bî, qaîdeyên din hene.

Piştgiriyên me yên cuda ji bo xwandinê

Piştigiriyên xwandinê yên cuda ji bo corên xwandinê yên cuda û ji bo temenên cuda hene. Ev hin ji wan in:

Alîkariya xwandinê (studiehjälp) - alîkarî ji bo te yê ku xwandina amadeyî dixwîne û temenê wî 20 sal e yan biçûktir e

Heger tu qonaxa xwandinê ya amadeyî (gymnasiet) bixwînî, mafê te heye ku tu alîkariya xwandinê bistînî heta nîvsala duyê ya xwandinê (vårterminen) ya ku tu dê de dibî 20-salî. Alîkariya xwandinê ji alîkariyên cuda, bo nimûne alîkariyê xwandinê û îlaweyên zêde, pêk tê. Tu dikarî îlaweya zêde bixwazî heger dahatê malbata te kêm be.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê (studiemedel) - alîkarî û deynê xwandinê

Piştigiriya maddî ya ji bo xwandinê ji alîkarî û deynê xwandinê pêk tê. Ji nîvsala yekê ya xwandinê (höstterminen) ya ku tu tê de dibî 20-salî, tu dikarî daxwaza piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê bikî. Heger niyeta te hebe ku tu qonaxeka paşamadeyî, bo nimûne zanîngehê, bixwînî, tu dikarî piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê bixwazî tevî ku tu ji 20-saliyê biçûktir bî. Divê paşî tu deynê xwandinê vegerînî.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Piştgiriya destpêkirina xwandinê (studiestartstöd) - alîkarî ji bo te yê ku bêkar e

Piştgiriya destpêkirina xwandinê ji bo wî ye yê ku ev demekê dirêj e bêkar e û hewcedariya wî heye ku ji bo peydakirina karî xwandina bingehîn yan amadeyî temam bike. Tu dikarî vê alîkariyê herî zêde 50 hefteyan bistînî heger tu tamwext bixwînî.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Desteka xwendinê ya veguherînê (omställningsstudiestöd) - ji bo we yên ku di nav jiyana xebatê de ne

Desteka xwendinê ya verastkirinê (omställnings¬studiestödet) bo kesên salmezin e, ku demeke dirêj xebitîne Bi desteka xwendinê ya verastkirinê re, hûn dikarin jêhatîbûnên xwe pêş bixin û berfireh bikin, da ku pozîsyona xwe di bazara karî de xurt bikin. Hûn dikarin xwe di warê xwe de bêhtir pêş ve bibin an jî xwe ji bo pîşeyeke nû perwerde bikin.

Desteka xwendinê ya verastkirinê ji beşên alîkarî û deynan pêk tê Çiqas hûn dikarin bistînin û deyn bikin bi hatina we ve girêdayî ye. Alîkarî ji sedî 80 ya mûçeya (meaşê) we ye, heya mîqdareke herî zêde Heger hûn bixwazin hûn dikarin deynek jî li ser zêde bikin. Hûn dikarin ji bo 44 hefteyan piştgirî bistînin; heger hûn nîv-dem (part-time) dixwînin dirêjtir jî bistînin.

Li vir çend şertên ji bo wergirtina desteka xwendina verastkirinê hene:

  • Divê hûn 27–62 salî bin.
  • Divê hûn di van 14 salên dawîn de herî kêm 96 mehan (bi tevahî 8 salan) kar kiribin.
  • Divê hûn herî kêm 12 ji 24 mehên dawî kar kiribin.
  • Divê hûn perwerdehiyeka ku pozîsyona we di bazara karî de xurt dike bixwînin.

Di heman demê de bêhtir şert hene ku divê hûn bi cîh bînin.

Hûn ji bo desteka xwendina veguherînê di Rûpelên Min (Mina sidor) csn.se de serlêdan dikin. Serlêdan bi swêdî ye. Salê du demên serîlêdanê hene, yek ji bo xwendinên ku di nîvsala payizê de dest pê dikin û yek jî ji bo xwendinên ku di nîvsala biharê de dest pê dikin.

Her sal ji bo desteka xwendina veguherînê budçeyeke bi tixûb heye. Ev tê vê wateyê ku her kesê, ku serlêdan dike, dibe ku nikaribe piştgirîyê bigire heya ku ew pêwîstiyên xwe bi cîh bînin Em biryara serlêdanan li gorî rêza ku têne wergirtin didin.

Ji kerema xwe, bi rêxistina xwe ya veguherînê re jî têkilî daynin. . Li wir hûn dikarin rêberî bo xwendinê û kariyerê belaş bistînin û bi sertîfîkayekê ku perwerdeya ku pozîsyona we li bazara kar xurt dike alîkarî werbigirin. Di hin rewşan de, hûn dikarin ji wan alîkariyeka xwendinê ya serzêde jî bistînin. Heger hûn nizanin hûn endamê kîjan rêxistina desteka xwendinê ya verastkirinê ne, hûn dikarin ji karsazê xwe yan ji sendîkaya xwe bipirsin.

Bêhtir derbareyê desteka xwendina verastkirinê bixwînin (Swêdî)

Bêhtir derbareyê desteka xwendina verastkirinê bixwînin (Îngilîzî)

Paşvedayina deynê xwandinê

Ew kesên ku bo xwandina xwe ya li xwandegehê ji CSN’ê deyn wergirtine, gava xwendina xwe didin rawestandin yan dawîhanîn, hingê dest pê dikin deynê bo xwandinê (studiemedel) didin. Heger tu bêkar jî bî, pereyê dêbavtiyê werbigirî jî yan te bar kiribe derveyî welêt jî, dîsan divê tu deynê xwe bidî. Li vir agehiyên derbareyê ku tu yê çawa vî deynê xwe bidî û heger gava li warê dayina vî deynî dijwariyên te hebin tu wê çawa bikî, hene.

Paşvedayina deynê xwandinê

Dayina deynê alavên navmalê (hemutrustningslån)

Ta çileya pêşîn a 2021’an CSN bo kesên ku ji hêla navenda pêşwaziya penaberan a şaredariyê ve girêdayî ne, deynekî bo alavên navmalê dida. Ji 1ê çileya paşîn 2022’an pê ve, êdî ne mumkun e mirov bo alavên navmalê serlêdana deyngirtinê bike, ev biryarek e ku ji hêla parlamentoyê ve hatiye girtin.

CSN hîn jî li ser karê vegerandina deynê alavên navmalê dixebite. Ev tê wê wateyê ew kesên ku ji berê ve deynê alavên nav malê girtine, divê wekî berê berdewam bikin û deynê xwe bidin. Heger li vegerandina deynê we dijwarî hebin, girîng e ku hûn bi me re têkilî daynin da ku em bi hev re li çareseriyekê bigerin.

Tu dikarî ji CSN-ê pere deyn bikî da ku ehliyeta ajotinê ya bi destûra ajotina B a swêdî bistînî.

Hûn dikarin ji bo krediya ehliyeta ajotinê serlêdan bikin heger;

  • di navbera 18 û 47 salî de bî, bêkar bî û hin mercan bi cih bînî yan
  • 19–20 salî bî û xwediyê dîploma lîseyê yan jî destûreke din a wek wê bî.

Herî zêde hûn dikarin 15 000 kron deyn bikin. Dûv re divê hûn deynê xwe bidin, û we ehliyeta xwe nestandibe jî divê dîsan hûn deynê xwe bidin

Peywendî

Gava tu têkiliyê bi me dikî, em bersivê bi swêdî yan îngilîzî didin.

Pirsyar derbarê mafê piştigiriya xwandinê li Swêdê

Derbarê mafê piştigiriya xwandinê li Swêdê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 300

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê piştgiriya xwandinê

Derbarê pirsên xwandinê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-16.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê vegerandina piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê

Derbarê vegerandina deynan telefonî me bike

duşem-înî 9.00-16.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3-5 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê deynê navmaliyê

Derbarê deynê ajotinnamyê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 100

Forma e-posteyê veke

hemutrustningslan@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê deynê ajotinnameyê

Derbarê deynê ajotinnamyê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Updated: 2024-01-08
Did this page help you?