session uppdatera gms varning förnya
Vill du stanna kvar på sidan?
Du har varit inaktiv i en längre stund och kommer att bli utloggad om du inte väljer att stanna kvar på sidan.
Automatisk utloggning sker om cirka
Stanna kvar på sidan
Problem med nätverket
Inget internet. Kontrollera din nätverksanslutning.
Tillfälligt tekniskt fel

Kurmancî (nordkurdiska)

Komîsyona Navendî ya Piştgiriya Xwandinê -CSN, daîreyeke fermî ye ku karûbarên piştgiriya xwandinê, ango alîkarî û deynên bo xwandinê bi rê ve dibe. Em di heman demê de deynên bo destûrnameya ajotina otomobîlê û dravdana deynên bo alavên navmalê jî bi rê ve dibin. Li vir hûn dikarin derbareyê piştgiriyên cûda de bêhtir bixwînin. Agahiyên bi kurmancî agahiyên di asta giştî de ne.

Piştgiriya xwandinê – alîkarî û deyn ji bo xwandinê

Tu ne welatiyê Swêdê yî?

Heger tu ne welatiyê Swêdê bî, mafê te heye ku piştgiriyê ji bo xwandinê li Swêdê bistînî heger tu hin şertan bi cih bînî. Heger mafê te yê rûniştinê yê daîmî (PUT) hebe û li Swêdê bijî, bi piranî mafê te jî yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye.

Heger Daîreya koçê (Migrationsverket) ji ber penaberiyê yan sebebekê wek wî mafê rûniştinê yê miweqet dabe te, bi piranî mafê te yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye. Lê ev maf ji bo te tune ye heger tu penaxwaz bî.

Wek din, heger tu welatiyê Swîsrayê bî, yê dewleteka Yekîtiya Ewropayê bî yan yê welatekê derveyî Yekîtiya Ewropayê bî, qaîdeyên din hene.

Piştgiriyên me yên cuda ji bo xwandinê

Piştigiriyên xwandinê yên cuda ji bo corên xwandinê yên cuda û ji bo temenên cuda hene. Ev hin ji wan in:

Alîkariya xwandinê (studiehjälp) - alîkarî ji bo te yê ku xwandina amadeyî dixwîne û temenê wî 20 sal e yan biçûktir e

Heger tu qonaxa xwandinê ya amadeyî (gymnasiet) bixwînî, mafê te heye ku tu alîkariya xwandinê bistînî heta nîvsala duyê ya xwandinê (vårterminen) ya ku tu dê de dibî 20-salî. Alîkariya xwandinê ji alîkariyên cuda, bo nimûne alîkariyê xwandinê û îlaweyên zêde, pêk tê. Tu dikarî îlaweya zêde bixwazî heger dahatê malbata te kêm be.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê (studiemedel) - alîkarî û deynê xwandinê

Piştigiriya maddî ya ji bo xwandinê ji alîkarî û deynê xwandinê pêk tê. Ji nîvsala yekê ya xwandinê (höstterminen) ya ku tu tê de dibî 20-salî, tu dikarî daxwaza piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê bikî. Heger niyeta te hebe ku tu qonaxeka paşamadeyî, bo nimûne zanîngehê, bixwînî, tu dikarî piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê bixwazî tevî ku tu ji 20-saliyê biçûktir bî. Divê paşî tu deynê xwandinê vegerînî.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Piştgiriya destpêkirina xwandinê (studiestartstöd) - alîkarî ji bo te yê ku bêkar e

Piştgiriya destpêkirina xwandinê ji bo wî ye yê ku ev demekê dirêj e bêkar e û hewcedariya wî heye ku ji bo peydakirina karî xwandina bingehîn yan amadeyî temam bike. Tu dikarî vê alîkariyê herî zêde 50 hefteyan bistînî heger tu tamwext bixwînî.

Agahdarî ji bo welatiyên neswêdî

Desteka xwendinê ya veguherînê (omställningsstudiestöd) - ji bo we yên ku di nav jiyana xebatê de ne

Paşvedayina deynê xwandinê

Ew kesên ku bo xwandina xwe ya li xwandegehê ji CSN’ê deyn wergirtine, gava xwendina xwe didin rawestandin yan dawîhanîn, hingê dest pê dikin deynê bo xwandinê (studiemedel) didin. Heger tu bêkar jî bî, pereyê dêbavtiyê werbigirî jî yan te bar kiribe derveyî welêt jî, dîsan divê tu deynê xwe bidî. Li vir agehiyên derbareyê ku tu yê çawa vî deynê xwe bidî û heger gava li warê dayina vî deynî dijwariyên te hebin tu wê çawa bikî, hene.

Paşvedayina deynê xwandinê

Dayina deynê alavên navmalê (hemutrustningslån)

Ta çileya pêşîn a 2021’an CSN bo kesên ku ji hêla navenda pêşwaziya penaberan a şaredariyê ve girêdayî ne, deynekî bo alavên navmalê dida. Ji 1ê çileya paşîn 2022’an pê ve, êdî ne mumkun e mirov bo alavên navmalê serlêdana deyngirtinê bike, ev biryarek e ku ji hêla parlamentoyê ve hatiye girtin.

CSN hîn jî li ser karê vegerandina deynê alavên navmalê dixebite. Ev tê wê wateyê ew kesên ku ji berê ve deynê alavên nav malê girtine, divê wekî berê berdewam bikin û deynê xwe bidin. Heger li vegerandina deynê we dijwarî hebin, girîng e ku hûn bi me re têkilî daynin da ku em bi hev re li çareseriyekê bigerin.

Tu dikarî ji CSN-ê pere deyn bikî da ku ehliyeta ajotinê ya bi destûra ajotina B a swêdî bistînî.

Hûn dikarin ji bo krediya ehliyeta ajotinê serlêdan bikin heger;

  • di navbera 18 û 47 salî de bî, bêkar bî û hin mercan bi cih bînî yan
  • 19–20 salî bî û xwediyê dîploma lîseyê yan jî destûreke din a wek wê bî.

Herî zêde hûn dikarin 15 000 kron deyn bikin. Dûv re divê hûn deynê xwe bidin, û we ehliyeta xwe nestandibe jî divê dîsan hûn deynê xwe bidin

Peywendî

Gava tu têkiliyê bi me dikî, em bersivê bi swêdî yan îngilîzî didin.

Pirsyar derbarê mafê piştigiriya xwandinê li Swêdê

Derbarê mafê piştigiriya xwandinê li Swêdê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 300

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê piştgiriya xwandinê

Derbarê pirsên xwandinê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-13.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê vegerandina piştgiriya maddî ya ji bo xwandinê

Derbarê vegerandina deynan telefonî me bike

duşem-înî 9.00-13.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

ebrev@csn.se

Adeten em di nava 3-5 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê deynê navmaliyê

Derbarê deynê ajotinnamyê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 100

Forma e-posteyê veke

hemutrustningslan@csn.se

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Pirsyar derbarê deynê ajotinnameyê

Derbarê deynê ajotinnamyê telefonî me bike

duşem-înî 9.00-12.00

+46 771 276 000

Forma e-posteyê veke

Adeten em di nava 3 rojên karî de bersivê didin.

Updated: 2024-03-25
Did this page help you?